Kato: Parçeyek ji bîra kolektîf a Botanê

Li Çiyayên Kato yên Elkê, bi helîna berfa zivistanê re xweza ji nû ve şiyar bû. Li gel bedewiya herêmê ya ekolojîk, çanda qedîm a bêrîvaniyê û jiyana zozanan jî reng û bedewiyek nû da qontarên çiyayê dusedsalî.

EKÎN STÊRK 

Şirnex – Li Çiyayên Kato yên li navçeya Elkê, li gel berfa ku zivistanê lûtkeyên çiyayan nixumandibû heliya û xweza ji nû ve zindî bû. Qûntarên çiyayan, bi rengên kesk ên cûrbecûr, çavkaniyên ava zelal û nebatan, dewlemendiya xwezayî ya herêmê raxist ber çavan.

Çiyayê Kato ku li navçeya Elkê ya Şirnexê ye, xwedî nêzîkî 2 hezar û 900 metreyan e, di her çar werzan de ji bedewiyên cuda re malovaniyê dike. Her çend di zivistanê de bi berfa spî hatiye nixumandin jî, di bihar û havînê de li bilindahiyên bilind berfa dihele benderên çeman xwedî dike û qontarên çiyayan careke din kesk dike. Herêma Çiyayê Kato bi flora û jiyana xwe ya bi dewlemend bûna kovî ya balê dikişîne ser xwe. Ev herêm, ku bi cureyên xwe yên nebatan ên herêmî, kulîlkên rengîn û jiyana kovî ya dewlemend, carek din çerxa xwezayê nîşan dide.

Keda qedîm a bêrîvanan û dengê zengilan

Bi helîna berfê re, bêrîvanên ku diçin zozanan, bi derketina rojê re keriyên xwe diçêrînin, li ajalan dinêrin û şîr di doşin. Bêrîvantiya ku jin bi sebir û kedê didomînin, li herêmê çanda ajalvaniyê zindî dike, wek mînaka herî şênber a qedîm a bi xwezayê re dimîne.

Bêrîvanên ku di nava dengê zengilan li ser çiyayan, çavkaniyên ava zelal û zozanên sar de di xebitin, barê hilberîn û jiyanê hildigirin. Keda wan a bi xwezayê re bûye yek, wateyek cûda ya dîmenên bi sihêr dide Çiyayê Kato.

Geliyên bêdeng û dîmenên bêhempa

Geliyên ku di nav bêdengiya xwezayê, zinaran û çavkaniyên avê de dirêj dibin, dîmenên bêhempa pêşkêşî serdanvanan dikin. Xwezaya ku piştî helandina berfê derdikeve holê, careke din nîşan dide ku Kato ne tenê ji hêla erdnîgarî ve, di heman demê de ji hêla ekolojîk ve qadek girîng a jiyanê ye.

Parçeyek ji bîra kolektîf: Çiyayê Kato yê Botanê

Çiyayê Kato ne tenê bi ekosîstema xwe ya dewlemend, di heman demê de bi girîngiya xwe ya dîrokî û çandî ji bo Kurdan jî derdikeve pêş. Wek yek ji çiyayên girîng ên herêma Botanê, Kato demek dirêj e wek parçeyek a bîra kolektîf ku ji nifşekî bo nifşekî din tê veguhastin. Qadek ku lê jiyana koçerî, şivanî û koçberî lê dom dike ye. Kato, ku di stranên dengbêjên Kurd û vegotinên xelkê herêmê de cih digire, wek cihekî girîng ji bo jiyana xwezayî û bîra kolektîf tê dîtin.